1. Pêşbîrkeke deng û stranê ye. Min heta vê çaxê temaşe nekiriye. Xuyaye ku ez temaşa nakim jî. Lê doh li youtubê rastî vîdyoyeke hatim û wilo pêşeş vidyo temaşe kir. Dengên baş hene. Bername jî baş xuya dike. Sê çar kes hene dengê wan baş xuya dikin. Juriyek jin heye tenê navê wê nizanim. Ê din nîzameddîn ariç, mezhar xaleqî û şeroyê biro: ) na henek henek ednan kerîm û bîjen kamkar e. Keçikek heye navê wê sêwe, kurikek navê wî cengîz û dengbêjek heye ewan favoriya min in. Di nav Şeş vîdyoyê de dengê evan balê min kişand. Belam ez nizanim hê bername berdewam e an na. Televziyona min nîn e. Ez naxwazim jî. Înternet besî min e. Lê hinek dî erzan bûba baş dibû. |
|
24.05.2017 19:22 ~2017.05.26 17:35 |
rûbar
|
3. dawiya heftê min ji hevalekî seh kir, li ser youtubeê min berê xwe da çend vîdeoyên vê bernameyê pêşiyê şaş û metel mam pişt re kêfxweş bûm, cara ewil e, dibînim kurd bi profesyonelî karekî dikin. navên ji bo jûriyê danîne navên pir baş in, nizamettin ariç, mazhar xaleqî, ednan kerîm, bîjen kamkar. ji min bipirsîna ez jî ji van navan zêdetir dûr nediçûm. |
|
23.07.2017 14:38 |
endazer
|
4. pêşbaziya ku berî sê meha qediya û jînda kenco bû kurd idolê yekemîn, serkeft. |
|
05.12.2017 23:53 ~23:54 |
xendekî
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |